Li Şêxmeqsûdê li dijî hişbirê semînerek hate lidarxistin

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hevkariya bi Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê semînerek der barê xetereyên hişbirê de li dar xist. Di semînerê de bi dehan ciwanên her du taxan amade bûn.

Ev semîner ji nava hemleya ku ciwanan dest pê kiriye, da ku ciwanan ji şerê taybet ê bi armanca asîmîlekirina fikra ciwanan, xistina xizmeta xwe û dûrkirina civakê ji çand, cewher û qirkirina wê, biparêze.

Îro semîner li Navenda Tevgera Ciwanên şoreşger a li taxa Şêxmeqsûd li dar ket. Semîner der barê xetereyên hişbir û pêwîstiya dûrketina jê de, bû.

Bijîşkê di nexweşiyên eseb û derûnî de pispor Mihemed Îsa semîner li dar xist û xetereyên hişbirê şîrove kirin. Îsa, li ser xetereyên civakî yên neyînî ku di encama birina hişbirê de rû didin,  ciwan hişyar kirin.

Îsa li dawiyê ji tevahî ciwanan hêvî kir ku ji hişbirê dûr bikevin, ji ber ku hişbir bandorê li tendirustiya mirov û reftarên civakê dike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din