​​​​​​​Li Şêxmeqsûdê 35 avahî bi hilweşînê re rû bi rû ne

Serokê Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûdê destnîşan kir ku sedema hilweşîna avahiyê beriya hefteyekê, kombûna avê di bin avahiyê de ye. Her wiha destnîşan kir ku 35 avahiyên din di bin gefa hilweşînê de ne.

Di 22'yê vê Çileyê de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê avahiyek 5 qatan bi ser 7 malbatan de hilweşiya  hilweşiya. Di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 birîndar bûn.

Der barê bûyerê de, serokê Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûdê endazyar Ednan Caro ji ajansa me re axivî.

Ednan Caro got: "Piraniya avahiyên taxê bi awayekî bêserûber hatine avakirin. Ev avahî piştî kirîza Sûriyê bê çavdêrî û ne li gorî merc û pîvanan, hatine avakirin. Ji ber vê yekê di binsaziyê de pirsgirêk derketin."

Caro li ser avahiya hilweşiyayî jî got: "Dîmenekî gelekî biêş bû. Em bê çare mabûn, me nikarîbû tiştek bikira. Ev avahî di dema şer de bi awayekî bêserûber hatiye avakirin."

Têkildarî tedbîrên şaredariyê ku ji bo avahiyên li ber metirsiya hilweşînê ne girtine Ednan Caro got: "Komîteyên xizmetguzariyê yên taxê li gor planeke taybet wan avahiya taqî dikin û giliyan digihînin me. Em jî li gor rewşê tev digerin, lê di warê peydakirina madeyên sereke û pêdiviyên avakirinê de em gelek zehmetiyan dikişînin. Nexasim ji ber dorpêça li ser taxê hatiye ferzkirin. Ji ber wê jî em banga bidawîkirina vê dorpêçê dikin da ku karesetên dîtir çênebin."

35 AVAHÎ LI BER METIRSIYA HILWEŞÎNÊ NE

Caro destnîşan kir ku nêzî 35 avahî li ber metirsiya hilweşînê ne û got: "Li gorî derfetên di destê me de me mudaxleya hinek avahiyan kir. Lê ji bo avahiyên din jî pêwîstiya wan bi pispor û amûrên giran heye."

Caro diyar kir ku gelek xanî û avahiyên vala hene, eger biryara valakirina avahiyên metirsîdar hat dayîn, niştecih dikarin di wan xaniyan de bi cih bibin.

Caro wiha li axaftina xwe zêde kir: "Dema ku gilî tên şaredariyê, ekîbên keşfê yekser avahiyê taqî dikin û dinirxînin. Lê niştecihên avahiya hilweşiyayî tu agahî nedan şaredariyê, dema ku ekîba keşfê dibîne ku avahî li ber hilweşînê ye yekser wê vala dike."

Endazyar Ednan Caro bang li şêniyan kir ku zêdetir bala xwe bidin pirsgirêkên kombûna avê di bin avahiyan de û got, eger niştecih nikarin lêçûna çareserkirina van pirsgirêkan peyda bikin bila aliyên berpirs û şaredariyê agahdar bikin.

Di dawiya axaftina xwe de, Serokê Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd Ednan Caro anî ziman ku ji ber kareseta hefteya borî gelek xemgîn bûn û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

(mh)

ANHA


Mijarên Din