​​​​​​​Li Sûriyê 21 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 21 kesên din bi şewba Koronavîrusê ketin û kesek jî miriye.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê piştrast kir ku 21 kes bi şewba Koronavîrusê ketin. Bi vê yekê hejmara nexweşên şewba Covid-19 gihaşt 561 kesan.

Her wiha ragihand ku kesek din ji ber şewbê miriye. Di encamê de hejmara kesên ji ber pandemiya Koronayê mirine gihaşt 32 kesan.

ANHA

 


Mijarên Din