Li Sûriyê 20 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 20 kesên din bi Koronavîrusê ketin, her wiha 3 kes jî mirin.

Ajansa SANA ji Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku li welat 20 kesên din bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine û bi vê yekê hejmara kesên bi vîrusê ketine, gihaşt 358 kesan.

Wezaretê diyar kir ku 3 kesên din ku bi vîrusê ketibûn, mirin û bi vê yekê hejmara kesên ji ber vîrusa Koronayê mirine, gihaşt 13`an.

(eh)

ANHA


Mijarên Din