​​​​​​​Li Sûriyê 15 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê îro ragihand ku 15 kesên din bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine û bi wê re jî hejmara giştî bû 121 kes. Her wiha 41 kes baş bûne û 4 jî mirine.

Ajansa SANA li ser zimanê berdevkê hikumeta Sûriyê ragihand ku Wezareta Tenduristiyê 15 rewşên nû yên Koronavîrusê tomar kirine ku 9 ji Kiwêt, 5 ji Sûdan û yek jî ji Îmaratê hatibûn Sûriyê.

Wezaretê bal kişand ser ku hejmara giştî ya kesên li Sûriyê bi Koronavîrusê ketine, heta îro 121 e, jê 41 kes baş bûne û 4 jî mirine.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ji destpêka vê mehê ve tu rewşên pêketina Koronavîrusê nehatine qeykirin, lê belê di 22’yê Adara borî de kesek ji derveyî welat hatibû, hat tomarkirin. Her wiha yekemîn rewşa mirinê jî di 29’ê heman mehê de hat tomarkirin.

Her wiha tîma ku hikumeta Sûriyê ji bo çavdêriya Koronavîrusê ava kiriye, biryara rakirina qedexeya derketinê ya şevê bi giştî da, her wiha hişt ku welatî li nava parêzgehan de bigerin. Dema vekirina dikan û sûkan jî ji saet 8’ê sibehê heta 7’ê êvarê dirêj kir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din