Li Sûriyê 11 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê 11 nexweşên nû ku bi Koronavîrusê ketine, qeyd kirin. Wezaretê diyar kir ku nexweş ji Kiwêtê derbasî Sûriyê bûne. Bi vê yekê hejmara nexweşên vîrusê li Sûriyê bû 70.

Ajansa SANA ya Sûriyê ji Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 11 kesên nû ku ji Kiwêtê derbasî Sûriyê bûne, bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine.

Bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşên Koronavîrusê li Sûriyê bû 70, ji wan 37 kes baş bûne û 4 kes jî mirine.

(bx)


Mijarên Din