Li Şêrewayê 127 top hatine avêtin û balafirên keşfê digerin

Li gundên navçeya Şêrewayê zêdetirî 127 top ketin, di vê kêliyê de balafirên keşfê li azmanê herêmê digere û topbaran berdewam e.

Îro artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundên Soxonakê, Zernaîta, Meyasa û Aqîbê yên girêdayî navçeya Şêrewayê ya Efrînê topbaran kirin.

Nûçegihanê me diyar kir ku heta niha zêdetirî 127 top li gundên navborî ketine , di encamê de 5 sivîl birîndar bûn di nav wan zarokek hêj ser şîr e û ji gundê Aqîbê ye, di vê derbarê de Heyva Sor a Kurdî yekser birîndar rakirin nêzîktirîn navenda tenduristiyê.

Navên kesên birîndar ev in"Remzî Mehmûd(30), Kîbar Berekat(50) , Sozan Alîko(23) û Mîrvan Berekat temenê xwe saleke."

Heyva Sor a Kurdî diyar kir ku rewşa birîndaran aram e û hêj derman dibin.

Topbaran berdewam e û balafirên keşfê digerin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din