​​​​​​​Li Şêrawayê çinîna nîskan dest pê kir

Cotkarên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê dest bi çinîna nîskan kir. Ji ber ku îsal baran baş bariya, mewsimê nîskan jî baş e.

Li naveçya Şêrawa ya kantona Efrînê cotkaran ji destpêka meha Gulanê ve dest bi çinîna nîskan kiriye. Îsal ji ber baran baş bariyaye, hilberîna nîskan baş e, lê salên berê ji ber ku baran kêm dibariya, mewsima nîskan ne baş bû.

Nîsk divê zû werin çinîn, ji ber ku tavilê hişk dibin. Lewma beriya libikên nîskan bikevin, dive werin çinîn.

Nîsk bi gelek awayan tên çinîn; hin bi destan diçinin û hin jî bi derazê. Li kantonên Efrîn û Şehbayê bi destan diçinin û bi vê yekê parastina kalîteya hilberînê dikin.

Jin ji mêran bêhtir di çinîna nîskan de dixebitin û ji saet 4:00`ê şefeqê heta saet 9:00’ê sibê dixebitin, ji ber ku di vî wextî de ritûbet di paqa nîskan de heye û çinîna wê hem hêsantir e û hem jî libikên wê nakevin. Di saetên êvarê de careke din dest bi çinîna hilberînê dikin.

Têkildarî mijarê karkera bi navê Necah Hesen ji gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrewa anî ziman ku da ku îdareya xwe bikin, bi awayekî kollektîf paletiya nîskan dikin.

Nîsk îsal zêde hatine çandin, ji ber ku buhayê xwe baş e û ji ber ku cotkar erdê xwe pê dewlemendtir dikin.

eh

ANHA


Mijarên Din