Li Îsraîlê xebatên avakirina hikumetê dest pê kir 

Serokkomarê Îsraîlê Reuven Rivlin ku di hilbijartinên  dawîn de bi ser ketine dest bi dan û standinên bi partiyan re kir.

Sky Newsê ragihand ku serokkomarê Îsraîlê Reuven Rivlin bendewarê hevdîtina bi nûnerên Partiya Şîn û Spî, Likûd, Lîsteya Erebî ya Hevbeş, Partiya Şas a Mutedîn a Şerqî, Îsraîl Beytûne û Partiya Parastina Îsraîlê re ye.

Rivlin dê sibe namzetekî ji bo heta dawiya hefteyê hikumetê ava bike, erkdar bike.

Dan û standinên îro bal dikişînin ser Lîsteya Erebî û destekdayîna namzetiya Gantis ji serokatiya hikumetê re. Heke partiya Îsraîl Beytûne helwesta xwe zelal neke, dê serokê Partiya Şîn û Spî 57 endamên Kinîst beramberî 55 endamên Likûd bide.

Komîteya hilbijartinan diyar kir ku ji 120 kursiyan, Partiya Şîn û Spî 33 kursî beramberî 31 kursiyên partiya Likûd bi dest xistin. Paşê dema encamên destpêkê hatin ragihandin, roja pêncşemê Netanyahu ji rikberê xwe Gantis re, pêşniyara avakirina hikumetê kir, lê Gantis red kir.

Tê zanîn ku di vê salê de Gantis rikberê Netanyahu ye, di heman demê de pêşniyara Netanyahu ji ber ku bi dehan salan e ku bi tena xwe serweriya siyaseta Îsraîlê dike, red kir.

(eh)


Mijarên Din