Li Îsraîlê hilbijartinên parlemanê dest pê kir

Îro hilbijêrên Îsraîlê da ku meclisa ji 120 endaman ava bikin, diçin ser sindoqan û dengê xwe didin.

Ajansa Associated Press ragihand ku îro hilbijêrên Îsraîlê ber bi sindoqên dengdayînê ve çûn, her wiha îşaret pê kir ku hilbijartin dê çarenûsa serokwezîrê heyî Benjamin Netanyahu diyar bike.

Di vê salê de ev hilbijartinên duyemîn in ku bi rê ve diçin, hilbijartinên din di 9`ê Nîsana sala derbasbûyî li dar ketin. AFP`ê diyar kir ku kinişt ji binketina avakirina hikumetê bawer e û ajansa Amerîkayê bi bîr xist ku hilbijartinên pêşwext, piştî 5 mehan ji hilbijartinên berê hate ferzkirin.

Îro saet di 07.00`an de dengdayînê dest pê kir û tê payîn ku saet di 10.00`ê êvarê de were girtin. AFP`ê bi bîr xist ku ecamên destpêkê piştî sindoq werin girtin, yekser dê werin ragihandin, paşê roja çarşemê dê encamên fermî werin eşkerekirin.

Reutersê diyar kir ku raya giştî diyar dike ku pêşbirk di navbera partiya Ezerq Ebyet El-Wista de ku serok Bênî Cantis anku serokerkanê berê serkêşiya wê dike û partiya Lîkût a rastgir ku Netanyahu serkêşiya wê dike, di heman demê de partiya Îsraîlê ya bi navê Beytene El-Yemenî ya tundraw muhtemel e di diyalogên koalîsyonê de roleke girîng bilîze.

Pêngavên her du partiyên di hilbijartinên parlemanê duyem ê Îsraîlê, yên di nava pênc mehan de diyar dikin ku têkildarî şerê herêmî yê rûbirûbûna bi Îranê, têkiliyên bi Filistînê û DYA`yê re û rewşa aborî nakokî hene.

Beriya çend rojan Benjamin Netanyahu ragihand ku Xewr Urdun a li Dufa El-Xerbiyê ya dagirkirî ku Filistîn hewldana avakirina dewleta xwe dikin, serwer bike, lê partiya Ezreq Ebyet diyar kir ku ew ê jî komên cihû li Dufa El-Xerbiyê xurt bikin û Xewir Urdun wekî sînorê ewlekariya rojhilat ê Îsraîlê be.

Piştî binketina Netanyahu di avakirina koalîsyona piştî hilbijartinên Nîsana derbasbûyî de, ji hilbijartinan re hate vexwendin. Tê zanîn ku di hilbijartinên Nîsanê de partiya Ezreq Ebyed û Lêkûd wek hev deng wergirtin, anku her du partiyan ji 120 kursiyan 35 kursî di parlemanê de girtin.

Netanyahu ji Hezîrana 1996`an heta bi Tîrmeha 1999`an serokwezîr bû, her wiha ji Adara 2009`an ser erka xwe ya niha ye.

Benyamin Netanyahu dibêje ku çepgirên ku cihê wî bigirin muhteml e hêza Îsraîlê di çavên heval û dijminan de biçûk bibe.

Li ser vî esasî Netanyahu û Cantes (60) hewldana qezenckirina dengan ji kêm partiyên û aktîfkirina rola kirin, di heman demê de Netanyahu Cantez wek bê ezmûn û bê kêr dibîne, her wiha nikare rêza serokên wekî Donld Trump qezenc bike, dibîne.

Cantez, Netanyahu bi tawana paşguhkirina îhtîmala tawana gendeliyê tawanbar dike û serokwezîr dibîne ku gendelî kok jê re tune ye.

Turmp berî hilbijartinên dawîn beşek bi rêya îtîrafa bi serweriya Îsraîlê li ser Colan da û vê care Koşka Spî bi rewşa Îranê ve mijûl e.

(eh)


Mijarên Din