Li Îsraîl û Filistînê Koronavîrus zêde dibe

Li Îsraîlê 17 hezar û 219 kes bi nexweşiya Koronavîrusê ketine û 217 kesan ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye. Li Filistînê jî 625 kes pê ketine û jê 5 kes mirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê bi dehan kesên bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine, tomar kirin, her wiha 2 kes jî mirin, bi wê re jî hejmara giştî ya kesên bi Koronavîrusê ketine, bû 17 hezar û 219 û yên mirine jî bû 287.

Wezaretê di daxuyaniyekê de wiha diyar kir: "Hejmara giştî ya pêketiyan 17 hezar û 219 e, rewşa hezar û 915 kesî ne xirab e û rewşa 40 kesî di asta navîn de ye, lê 31 kes rewşa wan di metirsiyê de ye, her wiha 14 hezar û 919 kes ji nexweşiyê baş bûne.”

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî 2 nexweş li parêzgeha Qelîqelayê ya bakurê Difa El-Xerbiyê tomar kirin. 

Wezîra Tenduristiyê ya Filistînê Mey El-Kîla destnîşan kir  ku  ji destpêka berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê de hejmara pêketiyan gihaşt 630 kesî, jê 5 kes mirine û hejmara yên ku ji nexweşiyê baş bûne, gihaşt 527 kesan.


Mijarên Din