Li Îsraîl û Filistînê hejmara qurbaniyên Koronavîrusê zêde dibe

Hejmara dawîn a kesên li Îsraîlê bi Koronavîrus ketine, gihîşt 17 hezar û 429’an, rewşa 27 kesan giran e û 291 kes jî mirine. Wezareta Tenduristiyê ya Filistinê jî  ragihand ku li Difa El-Xerbiye ya bajarê Xezayê 6 kesên din bi Koronavîrusê ketine.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku hin kesên din ji ber Koronavîrusê (Covid-19) mirine û hinek din jî bi vîrusê ketine.

Di heman demê de Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê 6 rewşên nû yên Koronavîrusê li Difa El-Xerbiye ya bajarê Xezayê tomar kirin. Bi vê yekê hejmara giştî gihîşt 642 kesan.


Mijarên Din