​​​​​​​Li Îsraîlê bîlançoya Koronavîrusê giran dibe

Li Îsraîlê hejmara kesên ji ber Koronavîrusê mirine, bilind bû û gihaşt 254 kesan, her wiha 16 hezar û 492 kes bi vîrusê ketine.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku di nava 24 saetên dawîn de 34 kesên din bi Koronavîrusê ketin û 7 kes mirin. Bi vê yekê hejmara kesên ji ber Koronavîrus mirine, bilind bû û gihaşt 254 kesî û 16 hezar û 492 nexweş hene.

Wezaretê destnîşan kir ku rewşa 4 hezar û 690 nexweşî sivik e û rewşa 73 nexweşan giran e. Her wiha 46 nexweş li ser alavên nefesê dijîn û 11 hezar û 548 nexweş ji vîrusê baş bûne.

Piştî ku hikumeta Îsraîlê tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrus sivik kirin, ev yek pêk hat.

bx


Mijarên Din