‘Li şûna alîkariyan em rizgarkirina Efrînê dixwazin’

Şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûne û xwe li kantona Şehbayê bi cih kirine diyar kir ku ew alîkariyên ku hêzên Rûsya beriya du rojan ji wan re pêşkêş kir red dikin. Her wiha gotin li şûna wan alîkariyan bila artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê werin derxistin û şênî li warê xwe vegerin.

Rejîma Sûriyê û Rûsya ambargoyê li ser şêniyên Efrînê yên li Şehbayê ferz dike. Nahêle ku madeyên xwarinê derbasî kantonê bibe. Dema ku madeyên xwarinê derbas dibin jî li beramberî wan pereyên zêde dixwaze.

Şêniyên Efrînê alîkariyên ji aliyê Rûsya ku dema wan derbasbûye û Rûsya xwest li gund û navçeyên kantona Şehbayê belav bike, red kirin. Şêniyan li şûnan wan alîkariyan ji Rûsya xwest ku Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bike.

Li kêleka ambargoya ku rejîma Sûriyê ferz dike, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gund û navçeyên kantona Şehbayê bi awayekî rojan e topbaran dike û siyaseta tirkkirinê û guhertina demografî li Efrînê pêk tîne.

Şêniyên Efrînê destnîşan kir ku hêzên Rûsya tu bersiv neda mesaja ku şêniyan der barê derxistina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê ku ji wan re pêşkêş kir.

Girêdayî mijarê şêniyên Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re axivîn. Dayika bi navê Fatma Abdullah tekez kir ku rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê ambargoyeke giran li ser şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûne ferz dike, nahêle ku madeyên xwarinê û dermanên nexweşiyan derbasî kanotonê bibin û li beramberî derbaskirina wan pereyên zêde li ser bendên kontrolê dixwaze.

Dayika Fatma destnîşan kir ku şêniyên Efrînê alîkariyên ji aliyê Rûsya têne pêşkêşkirin red dikin û wiha anî ziman:"Ji ber Rûsya sedema dagirkrina Efrînê bû. Ew bû ku derfet da Tirkiyê da ku şêniyan neçarî koçberiyê bikin."

Dayika Fatma di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku alîkariyên ku Rûsya dixwest belav bike dema wan derbas bibû û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Rejîma Sûriyê bi rêya kiriyar û ambargoya ku ferz dike diyar dibe ku ew şêniyên Efrînê parçeyek ji gelê Sûriyê nabîne."

Welatiyê bi navê Şêx Henan Luqman jî di vê der barê de wiha bilêv kir:"Rûsya piştî sûcê ku li dijî Efrînê pêk anî û li gorî hevpyemanên di navbera wan de Efrînê radestî dewleta Tirk kir, alîkariyan ji şêniyan re pêşkêş dike da ku wan razî bike." Luqman tekez kir ku ew alîkariyên Rûsya red dikin û bang li rêxistinên navdewletî kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derxînin.

Luqman destnîşan kir ku kiriyarên artêşa Tirk a dagirker ji kuştin, êşkencekirin û talankirina li dijî şêniyên Efrînê asta sûcên li dijî mirovahiyê derbas kir her wiha darên zeytûnan di werza xwe de têne qutkirin û guhertina demgografî li herêmê didome.

Welatiyê bi navê Mihemed Feyad tekez kir ku derfetên Rêveberiya Xweser kêm in û tevî wê jî alîkariya şêniyên Efrînê dike.

Feyad destnîşan kir ku şêniyên Efrînê xwe bi xwe pêwîstiyên xwe di aliyê çandinî û xizmetguzariyê de peyda dikin û berxwedana wan heta rizgarkirina Efrînê ji arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û li warê xwe vegerin dê berdewam bike.

Her wiha welatiya bi navê Necah Nasan got tevî ambargoya ku ji aliyê rejîma Sûriyê tê ferzkirin, artêşa Tirk a dadgirker û çeteyên wê gund û navçeyên kantona Şehbayê bi awayekî rojan e topbaran dike û jiyana şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûne dixe xeteriyê.

Nasan banga berdewamkirina berxwedanê û mayîna wan li kantona Şehbayê tevî hemû zehmetiyan kir heta ku Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê were rizgarkirin, kir.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku hêzên Rûsya bi hevkariya rejîma Sûriyê hewl dide hindek alîkariyan li şêniyên Efrînê yên li gundê Um Hoş ê girêdayî kantona Şehbayê belav bikin. Şêniyan alîkariyên wan red kirin û banga rizgarkirina Efrînê kir. Paşê hat diyarkirin ku hemû madeyên ku dixwestin li şêniyan belav bikin dema wan derbas bûye.

(bx)

ANHA 


Mijarên Din