Li Sîna 7 kes hatin kuştin

Li bajarê El-Erîş a girêdayî bakurê Sîna ya Misrê, di encama ketina moşekekê de 7 kes hatin kuştin.

Dezgehên çapemeniyê yên Misrê ragihandin ku li herêma El-Kîlo 17 a li daketina bajarê El-Erîş a girêdayî parêzgeha bakurê Sîna, di encama topbarana ku mala welatiyekî kir hedef, kuştî û birîndar di nava sivîlan de çêbûn.

Çavkaniyên herêmî bi bîr xistin ku ji qebîleya"El-Siwarka"7 welatî hatin kuştin, her wiha diyar kirin ku paşê ew rakirin nexweşxaniya El-Erîş a giştî.

Di vê derbarê de hîn jî aliyê ku moşek avêtiye, ne diyar e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên ewlehiya Misrê di nava du rojên derbasbûyî de gelek êrîşên li ser nuqteyên ewlehiyê ku ya herî dawîn jî êrîşa li ser kemîna girêdayî herêma El-Mesaîd bû çêbûbûn û di encamê de herî kêm çekdarek hate kuştin, têk birin.

Ji aliyekî din ve jî, Wezareta Hundirîn a Misrê diyar kir ku duh bi şev 7 polîs hatine kuştin, her wiha 7 çekdar jî dema ku polîsên ewlehiya bersiva êrîşa wan a li bakurê Sîna dan, hatin kuştin.

(eh/kc)


Mijarên Din