Li Siweydayê rewşa paqijiya giştî ya paşketî

Şêniyên bajarê Siweyda yê Sûriyê ji ber kombûna çopê di nav kolanan de bi gilî û gazinc in. Şênî dibêjin şaredarî bi erkên xwe ranabe û sozên wê tenê li asta çapemenî dimînin. Şaredarî jî îdia dike ku sedem derfetên kêm in.

Dema mirov di nav kolanên bajarê Siweydayê de ya li başûrê Sûriyê dimeşe, rewşa paqijiyê ya paşketî bala mirov dikişîne. Çop di nav piraniya kolan û taxan de belav bûye û li rex hawiyên çopê tijî çop kom bûye. Êdî ev çop hawîrdoreke guncaw ji mêş û kurmikan re peyda dike heta gihaşt astekê ku nexweşiyan belav bike.

Ruxmî ku şênî û rêxistinên civaka sivîl dem bi dem hemleyên paqijiyê organîze dikin, lê rewş li gel paşguhkirina şaredariyê û ji ber ku karkerên paqijiyê erkên xwe naynin cih, bi pêş neket. Ji ber ku aliyên têkildar guh nadin daxwazên şêniyan ji bo çareserkirina vê rewşê, hişt ku hindek texmîn bikin ku ev paşguhkirin bi zanabûn e.

Şêniyên taxa Mesekên El- Qala ya bajarê Siweydayê ji ber kombûna çopê li ber deriyên malên wan heya demeke dirêj, bi gilî û gazinc in. Her wiha destnîşan kirin ku daxwazên wan ên domar vala diçin.

Jineke ji taxê îşaret pê dike ku ji ber ku karkerên paqijiyê erkên xwe naynin cih, zehmetiyan dikişînin û çop heya rojan di nav taxê de dimîne.

Jineke din jî ji heman taxê dibêje karkerên şaredariyê dema hawiyan vala dikin, gemarên li dora hawiyan ranakin.

Jinekê jî wiha bersiva pirsa "Çima hûn çopê davêjin derveyî hawiyan?" da: “Di Mesekên El-Qala de zêdetirî 8 avahiyan hene û tenê hawiyek heye, em çi bikin!"

Şêniyê ji Taxa El-Xerîc a bajarê Siweydayê got: "Hawî tijî çop bûne, bêyî ku meclisa bajêr tiştekî bike."

Ebû Mihemed metirsiyên xwe ji belavbûna nexweşiyan di encama çopê de ku di nav taxê de kom bûye, anî ziman ku li rex bêhna nexweş a ku bi demê re û ji ber derengrakirina çopê belav dibe.

Li Taxa El-Calaa jî şênî ecêb dimînin ji ber ku erebeyên çopê kom dikin di demên ku ji hev dûr de çopê dibin. Her  wiha îşaret pê dikin ku paşguhkirina meclisa bajêr a pêkanîna erkên xwe, girêdayî paqijiya giştî bû sedema mezinbûna pirsgirêka çopê.

Ruxmî ku şêniyan gelek caran gilî kiriye ji bo ku çop were rakirin, lê tiştek pêk nehatiye. Şêniyekî pirs kir: "Gelo çima karkerên paqijiyê fonên xwe dibin û karê xwe nakin?"

Ji aliyê xwe ve jinek ji heman taxê got: "Em baçan didin şaredariyê. Lê em karkerek paqijiyê ku kolanê paqij dike nabînin. Em bi xwe kolnan li ber malên xwe paqij dikin. Wê demê çima em baçan didin?"

Di sûka navendî ya bajêr de, bazirganên Siweydayê tehdît kirin ku wê çopê bibin avahiya şaredariyê eger çop ji ber dikanên wan ranekir.

Xwediyê dikanekî axivî û diyar kir ku hawiyên di nav sûkê de kêm in. Her wiha tekez kir ku berpirsyarî dikeve ser milê aliyên fermî û şêniyan. Gelek şêniyên ku di nav sûkê de dimeşin çopê diavêjin û aliyên têkildar jî ji bîr dikin ku gelaşdankan deynin kolanan.

Meclisa bajarê Siweydayê ragihand ku dê di destpêka vê mehê de dest bi hemleya paqijiyê bi navnîşana `Mil bi mil bajarê xwe bedewtir bikin` li tevahiya kolan û taxên bajêr bike. Serokê meclisê îdia kir ku hemle heta rakirina tevahiya çopê berdewam e û got dê di 13`ê Îlona 2019`an de bi hevakariya civaka herêmê û gerînendetiyên xebatên xizmetguzariyê yên fermî û saziya îskana leşkerî dest pê bike. Lê hemle di çarçoveya daxuyaniyan de ma û pêk nehat.

Şaredarî çi dibêje?

Çavkaniyekî ji Meclisa Şaredariyê ya bajêr têkildarî mijarê wiha got: "Em dikarin kêmasiyên di xebatên paqijkirinê de bi gelek sedeman ve girê bidin. Wekî kêmbûna karkerên paqijiyê. Hêza erkdarkirina karkerên nû jî tune ye ji ber ku budçe kêm e. Her wiha kêmbûna hawiyên sergoyê ji ber rûdanên heyî, erebeyên komkirina sergoyê jî kêm in û ji ber kêmbûna budçeya meclisa şaredariyê sererastkirina yên xirabûyî jî zehmet e."

Tevî hejmara zêde ya şêniyên parêzgehê, hatina malbatan jî bi awayekî neyînî bandor li warê xizmetguzariyê ya piraniya yekîneyên îdarî yên parêzgehê kiriye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din