Li Sirînê taxeke pîşesaziyê tê avakirin

Odeya Pîşesaziyê bi hevkariya Şaredariya Gel a Sirînê dest bi projeya avakirina taxeke pîşesaziyê kir.

Gelek şêniyên navçeya Sirînê ya başûrê kantona Kobanê, nûnerên saziyên navçeyê û herêma Firatê di danîna kevirê bingehîn ê avakirina taxa pîşeyê de amade bûn.

Dayika şehîd Ebdo ku li dema operasyona rizgarkirina herêmê de şehîd bûbû û hevserokê Odeya Pîşesaziyê Osman Marûf Ferec kevirên bingehîn danîn.

Ji beriya 40 salan ve şêniyên Sirînê banga avakirina taxeke pîşeyî dikin, lê hikumetên Şamê xwesteka şêniyan paşguh dikir.

Her wiha hevserokê Meclisa Gel a Sirînê Mistefa Muslim axivî û got ku tişta ku îro ew gihaştinê bi saya şehîd û şêniyên herêmê ye.

Rûbera projeyê 7 hektar e û ji 215 dikanan pêk tê.

 (eh) 

ANHA


Mijarên Din