Li Silêmaniyê sersaxiya ji bo şehîd Diyar Xerîb

Sersaxiya endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb li taxa Serçinar a bajarê Silêmaniyê pêk tê. Sersaxî dê 2 rojan dewam bike.

Duh Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet), gerîlayên bi navên Devran û Şahîn ên bi wî re bûn, li Qendîlê 5'ê Tîrmehê di êrîşeke hewayî ya balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne.

Îro saet di 13:00’an de li Mizgefta Ehmed Hacî Reşîd ya li taxa Serçinar a bajarê Silêmaniyê, ji bo endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb serdanên sersaxiyê dê bên qebûlkirin.

Saet di 12:00'an de welatî dê li ber derê mala endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb a li taxa Bextiyar kom bibin û bi meşê biçin Mizgefta Ehmedî Hacî Elî.

Serdanên sersaxiyê dê saet ji 10:00’an heya 16:00’ê êvarê bên qebûlkirin û 2 rojan dewam bike.


Mijarên Din