Li Silêmaniyê pêşengeha pirtûkan 

Ev 5 rojin 1’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Navnetewî ya Silêmaniyê berdewam dike. Li pêşengehê eleqeyek mezin ji parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan û pirtûkên Sakîne Cansiz hebû. Xwendekaran, serdana weşanxaneyên Bakur û Rojhilatê yên beşdarî pêşengehê bûyîn kirin û piştgirî dane wan.

 1’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Navnetewî ya Silêmaniyê di 14’ê mijdarê de bi sponseriya Şirketa Atlas Asîl li Navenda Fuar û Kongreyê ya taxa Tasluca destpêkir.  Pêşengeha 14-23’ê Mijdara 2019’an dê ji herêmê û welatên derve gelek weşanxane beşdar bibin. Ji 21 welatan 180 weşanxane ji zêdetirî 100 hezar pirtûk beşdar bûn, nivîskarên pirtûkan ji bo bi xwendekaran re bên gel hev bi heyecan in.

Pirtûkên weşanxaneyên cuda yên ku ji herêmê beşdarî pêşengehê bûne, rastî eleqeyek mezin hatin. Pirtûkên ku bi zimanê Kurdî (Soranî û Kirmancî) û Erebî eleqeyek mezin dîtin, heman demê de di pêşengehê de pirtûkên bi zimanên Tirkî, Farisî û Îngilîzî û gelek zimanên din jî cih girtin.

Pêşengeh ji saet 10.00 heya 19.00’an vekiriye û ev 5 roj in bi hezaran xwîner serdan kirine. Rojane derdorê 7 hezar xwîner serdana pêşengehê dikin, hem pirtûkên ku dixwazin bidest dixin hem jî beşdarî rûniştinê bi nivîskaran re dibin.

Eleqeya mezin a ji pirtûkên Ocalan re

Pirtûkên Ocalan ên bi Erebî û lehçeyê Soranî herî zêde eleqeyê dibînin. Li gorî lêgerîna me ya li ser standan, herî zêde pirtûkên ku hatine zivirandina Soranî yên Rêber Abdullah Ocalan, pirtûka Sakîne Cansiz a “Jiyana min hertim şer bû”, pirtûka Gulten Kişanak a ku ji nameyên jinên Kurd ên di zîndanan de bi awayek hevdîtin nivîsî “Rengê Mor ê siyaseta Kurd” eleqeyek mezin dibînin. Weşanxaneyan diyar kirin ku di nava rojê de herî zêde van pirtûkan difroşin.

Eleqeyek mezin ji standa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re heye

Standa weşanxaneyên Neqiş û Bindarok ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî pêşengehê bûne rastî eleqeyek mezin tên. Berpirsên weşanxaneyan diyar kirin ku herî zêde pirtûkên bi zimanê Erebî û Kurmancî bala xwîneran dikişînin, heman demê de ji ber  êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê xwîner ji bo piştgiriyê serdana standê dikin.

Eleqeya mezin a ji bo pêşengehê

Berdevkê 1’emîn Pêşengeha Navnetewî ya Silêmaniyê Merwan Hemexurşit girêdayî pêşengehê axivî û wiha got: “Pêşengeh ji bo herêmê pir giringe. Silêmaniye bajarek rewşenbîr e. Xwînerên li Silêmaniyê eleqeyek mezin nîşanî pêşengehê dikin. Xwîner di saetên sibê de tên pêşengehê pirtûkan digirin û beşdarî rûniştinan dibin. Ev cara yekem e li Silêmaniyê pêşengehek navnetewî tê lidarxistin. Em dixwazin ji îro pêve zêdetir pêşengehan lidarbixin û xwe bigihînin xwîneran. Xwîner dikarin bi rihetî di pêşengehê de pirtûkên ku dixwazin bibînin. Ez bang li herkesi dikim ku beşdarî pêşengehê bibin.”

(bm)


Mijarên Din