Li Silêmanî ji ber rewşa aborî ya xirab xwepêşandeke girseyî pêk hat

 Li bajarê Silêmaniyê li dijî rewşa xerab a aborî û parvenekirina mûçe xwepêşandanek berfireh pêk hat.

Li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê  li dijî rewşa xerab a aborî û parvenekirina mûçe gel daketin kolanan û xwepêşandanek berfireh bi pêşengiya Desteya Zext pêk hat.

Girse destpêkê li ber Dadgeha Silêmaniyê kom bû û pişte berê xwe da Walîtiya Silêmaniyê. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên weke, ‘Birûxe desthilat’, ‘Ev desthilata têkçûyî her nefret hêjayiye’ berz kirin.

Li ber Meclisa Walîtiya Silêmaniyê daxuyanî ji aliyê Serokê Yekîtiya Astengdarên Saman Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev daxwaz tên pêşkêşkirin;

-Lîsteya mûçexweran sererastkirin.

- Dahat, xerca dosya neftê, gomrik û hata hundirin were eşkere kirin.

- Mûçe û qutê welatiyan ji pêşbaziyên siyasî û kesayetî were dûrxistin. Mûçe di dema xwe de were dayîn. Herwiha divê mekanîzmeyek baş ji bo mûçe were danîn.

- Tevahiya dadgehan serbi xwe be û yasa û desthilata dadwerî serbixwe be.

- Hemû mamostayên wanebêj û bi peyman werin tayînkirin.

- Desthilat dest çêkirina krîza sexte bîne. Di xema çareserkirina pirsgirêk û debara welatiyan de be.


Mijarên Din