Li sêgoşeya Rojava-Bakur-Başûr çi dibe?

Hate ragihandin ku baregehên nû yên li sêgoşeya Rojava-Bakur-Başûr ku bi hevkariya MÎT û îstixbarata PDK`ê hatine avakirin, wek bargehên lêpirsîn û çavdêrkirina herêmên sînor têne bikaranîn. Li gorî agahiyan, dewleta Tirk wê li ser çiyayê Bêxêr ê Başûrê Kurdistanê baregeheke balafirên bêpîlot ava bike.

Ev demek e hêzên PDK`ê li hemberî deriyê Sêmalka yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê anku li sêgoşeya Rojava-Bakur-Başûr li herêma nêzî Pêşxabûr, gelek noqte û baregehên nû ava kirin û hêzeke mezin aniye herêmê.  

Ev kombûn ji baregeha El-Qele ya di nava axa Başûrê Kurdistanê de dest pê dike û heta çend kîlometreyan dirêj dibe. Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji ajansa me re ragihandine, baregeha El-Qele baregeheke hevbeş a MÎT û îstixbarata PDK`ê Parastin’ê ye.

LI BARGEHA EL-QELE ÇI DIBE?

Heman çavkaniyan da zanîn ku MÎT û îstixbarata PDK`ê baregeha El-Qele ku li piştî çemê Dîcleyê ye, wek baregeheke lêpirsîna kesên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku derbasî Başûrê Kurdistanê dibin û bi taybet malbatên ku ferdên wan di nava saziyên leşkerî yên Rêveberiya Xweser de kar dikin, bi kar tînin. Ev baregeh herî zêde ji aliyê pêşmergeyan ve tê parastin.

Jêderan bi bîr xist ku armanc ji van baregehên hevbeş ên MÎT û PDK`ê ew e ku agahiyan li ser herêmên Rojava yên nêzî sînor kom bikin û bi rêya balafirên bêpîlot herêmê her tim di bin çavdêriyê de bihêlin.

LI SER ÇIYAYÊ BÊXÊR BAREGEHEKE BALAFIRÊN BÊPÎLOT

Çavkaniyan bal kişand ser agahiyeke girîng û ragihand ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê li ser avakirina baregeheke balafirên bêpîlot li ser çiyayê Bêxêr ê Başûr di nava liv û tevgerê de ye. Çiyayê Bêxêr ku wek çiyayekî stratejîk û bilind e, hakimiyeta xwe li ser tevahiya herêmên sêgoşeya Rojava-Bakur-Başûr dike. Dewleta Tirk bi avakirina baregeheke balafirên bêpîlot li ser çiyayê Bêxêr êdî bi awayekî hêsan wê herêmê keşif bike û bi taybet herêma Dêrikê û sînorê di navbera Rojava û Başûr de.

Ji aliyekî din ve jî, ji bo şopandin û çavdêrkirina herêmên ser sînor, dewleta Tirk a dagirker alavên teknîk wek kamerayên şevê û yên germahiyê dan hêzên pêşmerge da ku li ser sînor bi cih bikin. Bi taybet li baregeha Xanik û Şilikiyê (Şêlêkiyê) ev alavên teknîk hatin bicihkirin.

ANHA


Mijarên Din