Li Serêkaniyê û Zerganê berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê hatin bi bîranîn

Li Serêkaniyê û Zerganê şehîdên 14'ê Tîrmehê bi civînan hatin bîranîn.

Bi boneya salavgera 37‘an a berxwedana 14‘ê Tîrmehê û nêzîkbûna şoreşa 19‘ê Tîrmehê ya Rojava li herêma Serêkaniyê û bajarokê Zerganê yê girêdayî wê civîn hatin lidarxistin.

Bîranîn li parka Şehîd Bêrîvan a li taxa Ronahî ya bajarê Serêkaniyê bi beşdarbûna bi dehan kesî hate lidarxistin.

Di civînê de hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso axivî û anî ziman ku gelek aliyên herêmî hene hewl didin aloziya Sûriyê gûr bikin û projeya demokratîk têk bibin da ku berjewendiyan qezenc bikin.

Eyşe Hiso şehîdên berxwedana 14‘ê Tîrmehê Xêyrî Durmûş, Kemal Pîr û Akif Yilmaz  bi bîr anîn diyar kir ku berxwedana zindanan a 14‘ê Tîrmehê çirûska şoreşa 19‘ê Tîrmehê pêxist, serkeftinên heyî û avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhlatê Sûriyê berhemên şoreşa 14‘ê Tîrmehê ne.

Eyşe got, berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê peyama têkoşînê heta serkeftinê rakirin û soza şopandina xeta wan da.

Li bajarokê Zerganê yê Serêkaniyê jî bi dehan kes hatin ba hev û têkoşerên 14‘ê Tîrmehê bi bîr anîn û soza da ku dê xeta wan bişopînin.

ANHA


Mijarên Din