Li Serêkaniyê zêdetirî 100 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin

Hêzê Sûriye Demokratîk di çarçoveya parastina rewa de hewldanên artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê ji bo ku derbasî Serêkaniyê bibin şikandin û zêdetirî 100 çeteyan kuştin û 9 din jî girtin.

 

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewldanên xwe ji bo ku derbasî bajarê Serêkaniyê û bajarokê Til Helef ê dîrokî bibin didomînin. Hêzên Sûriye Demokratîk di çarçoveya parastina rewa de li berxwe didin. Li herêmê şer bi dijwarî rû dide.

Di saetên derbasbûyî de di encama berxwedana hêzê de heta niha 150 çete hatin kuştin û 9 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin girtin.

Şer li herêmê bi dijwarî didome.

ANHA

 


Mijarên Din