Li Serêkaniyê yê dagirkirî mayîneke di zemawendekê de teqiya

Li ser malparên çapemeniyê dîmena teqînê li şahiya zemawendê li taxa Serêkaniyê yê dagirkirî hat belavkirin.

Gelek torên çapemeniyê bi bîr xist ku duh di şahiya zemawendeke çeteyekî Firqet Hemzat ê girêdayî dewleta Tirk a dagirker de, mayînek teqiya.

Di encama teqînê de nêzî 20 kesan jê zarok hatin kuştin, beriya wê jî çeteyan di zemawendê de gule bê ser û ber avêtin. Lê heta niha der barê hejmara qurbaniyan de tu agahiyên rast bi dest neketine.

Şêniyên herêmê li herêmên ku dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên Sûriyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, tevlihevî û sûcên li dijî şêniyan hene. Dem demê di navbera komên çete de şer rû dide, her wiha li Serêkaniyê di meha Tîrmehê de 5 teqîn çêbûn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din