Li Serêkaniyê tevgera artêşa Tirk, li gundekî jî du şaneyên çeteyan hatin girtin

Li gundê El-Sefih ê girêdayî bajarê Serêkaniyê tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hene, di heman demê de şervanên QSD`ê li gundê Kesra jî du şaneyên çeteyên Tirk girtin.

Îro di saet 03:00 berbangê de, li gundê El-Sefih ê girêdayî bajarê Serêkaniyê tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hebûn. Her wiha li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, balafirên kefşê yên artêşa Tirk a dagirker digeriyan.

Di heman demê de, şervanên QSD`ê du şaneyên çeteyên Tirk li gundê Kesra yê di navbera Serêkaniyê û Dirbêsiyê de girtin.

(kc)

ANHA

 


Mijarên Din