Li Serêkaniyê sivîlek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn

Îro di encama topbarana artêşa Tirk a dagirkr li ser bajarê Serêkaniyê welatiyekî sivîl şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.

Îro di saetên sibê de cenazeyê şehîdê sivîl û du sivîlên birîndar gihîştin nexweşxaneya Til Temir.

Tê zanîn ku artêşa Tirk a dagirker duh li bajarê Serêkaniyê komkujiyek pêk anî. Bi balafirên şer karwanê sivîlan bombebaran kir û di encama wê de 11 sivîl şehîd bûn û 74 sivîl di nav de rojnamevan, birîndar bûn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din