Li Serêkaniyê şer giran e

Li bakurê Serêkaniyê li ser rêya Til Helef û li rojhilatê bajêr jî li herêma Sînayî, şer germ bû. Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîsan li bajar dixin û balefirên keşfê li ser herêmê digerin.

 Ev çar rojin bê navber artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Yek ji bajarên ku herî zêde rastî êrîşan tê jî Serêkaniyê ye. Di van kêliyan de dîsa şer li Serêkaniyê germ bû. Li bakurê bajar li ser riya Til Helef û li rojhilatê bajêr jî li herêma sînayî şer germ bûye. Heman demê de artêşa dagirker bajar bi obîsan topbaran dike û balafirên keşfê jî li ser herêmê digerin.


Mijarên Din