Li Serêkaniyê şer dijwar e

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî dijwar êrîşî bajarê Serêkaniyê dikin û şervanên QSD`ê beriva êrîşan didin.

Artêşa Tirk a dagirker topbarana li ser bajarê Serêkaniyê didomîne. Dagirker di êrîşên xwe balafir û topavêjinan bikar tînin. Artêşa Tirk a dagikre duh di saetên êvarê de tevahî bajêr topbaran kir. Her wiha şer bi dijwarê li eniya rojhilat û rojava dewam kir.

Di encamê de hejmareke ji çeteyan hat kuştin lê hejmara wan bi temamî nehat naskirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din