Li Serêkaniyê şehîdên Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn

Di merasîma bîranîna şehîdên mehên Hezîranê û Tîrmehê de malbatên şehîdan li herêma Serêkaniyê tekez kir ku ew ê li dijî hemû gefên Tirkiyê rawestin û wiha anîn ziman: "Di oxira parastina welêt de, em ê zarok û neviyên xwe bikin qurban."

Îro bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê 60 şehîdên YPG, YPJ, Asayîş û Trafîkê yên ji herêma Serêkaniyê, navçeya Zirgan û bajarokên wê ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di mehên Hezîran û Tîrmehê yên salên cuda de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê li Hola Şehîdan a taxa Zorava hate lidarxistin. Hol bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên YPG, YPJ, QSD û Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê nasnameyên 60 şehîdan ji aliyê endamekî Buroya Rêxistina Mirovî Hozan Kerkendî ve hate xwendin. Piştî xwendina nasnameyan li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêmê Beyar Emîn, li ser navê Meclisa Serêkaniyê şêwrimend Îmad Serêkaniyê û li ser navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a herêmê Ehmed El-Şamî axivîn.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û bal kişandin ser ku bi saya şehîdan li herêmên Bakurê Sûriyê aramî û ewlehî çêbû û wiha diyar kir: "Bi rêya hevpariya hemû pêkhateyên herêmê, fikra jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de belav bû."

Axêveran tekez kir ku tevî derfetên kêm ên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên leşkerî li beramberî komên terorîst şer kirin û li dijî hemû gefan rawestiyan, ev jî bi saya vîna xurt a ku bi saya fikr û felsefeya rêber Apo hatiye avakirin.

Paşê bal kişandin ser gefên dagirkeriya Tirkiyê ku tu carî wê bi encam nebin û wiha pê de çûn: "Ji ber hêza me gelê me bi xwe ye û li dijî kesên hewldana têkbirina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, radiwestin û canê xwe di oxira parastina xakê de didin."

Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan gelek axaftin hatin kirin, di nava axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn û ji bo gihandina armancên şehîdan ew ê mil bi mil li kêleka hêzên leşkerî rawestin û wiha dirêjî dan axaftina xwe: "Di oxira parastina xakê de, em ê zarok û neviyên xwe bikin qurban û li dijî hemû gefên dewletên derve û yên cîranên herêmên me rawestin."

Merasîma bîranînê bi sloganên "Bijî berxwedana Ocalan di zindana Îmraliyê de” û “Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din