Li Serêkaniyê QSD`ê wesayîteke zirxî rûxand û 5 çete hatin kuştin

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker li nêzî Serêkaniyê rûxand. Her wiha hejmarek wesayîtên din jî bê bandor kirin. Di encama bersiva şervanan de 5 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk a dagirker hewl da li nêzî gundê Qeşta yê nêzî bajarê Serêkaniyê û bajarokê Til Helefê derbasî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hember êrîşê li ber xwe da û wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker rûxand, her wiha hejmarek din bê bandor kirin.

Di bersivdayîna şervanan  a êrîşan de 5 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

ANHA


Mijarên Din