Li Serêkaniyê QSD`ê panzêreke leşkerî rûxand

Şevanên QSD`ê panzêreke leşkerî li herêma pîşeyî li rojhilatê bajarê Serêkaniyê rûxand. Ji aliyekî din ve şervanan êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li nêzî kevana bajarokê Til Helefê şikandin.

Şervanên QSD`ê zirarên mezin gihandin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Şervanên QSD`ê li herêma pîşeyî li rojhilatê bajarê Serêkaniyê panzêreke leşkerî rûxandin. Şer li wir bi dijwarî didome.

Her wiha şerên dijwar li dora kevana bajarokê Til Helef başûr rojavayê Serêkaniyê piştî hewldana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku êrîşî nuqteyên şervanan bikin rû dan. Di encamê de gelek kuştî û birîndarî di nav artêşa Tirk a dagirker de û çeteyên wê çêbûn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din