Li Serêkaniyê pêşangeha “Çand û kelepor bingeha civakê ne”

Komîteya Çand û Hunerê ya herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê, pêşangeheke wênexêziyê û destkariyan ên jin û zarokan vekir.

Pêşangeh li gundê Umr El-Xêr ê bajarokê El-Sefih bi dirûşma “Çand û kelepor bingeha civakê ne” bi beşdarbûna bi dehan şêniyan û endamên saziyên civaka sivîl vebû.

Di pêşengehê de 50 tablo li ser rewşa jinan û azadiya wê, kelepora kevnar a herêmê, nêzikbûna di navbera pêkhateyên herêmê de, sekinandina li dijî karkirina zarokan, her wiha şewata ku îsal di mewisma çandiniyê de çêbû, hatin pêşandin.

Deriyê pêşangehê ji aliyê hevjîna şehîd Îsmaîl Moro, Necwe Temo ve hate vekirin. Piştre mêvan li nava holê geriyan û li tabloyan temaşe dikirin.

Ji rêveberên Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Serêkaniyê Yûnis Harûn Mihemed axivî û got armanc ji vê pêşangehê nêzîkbûna di navbera pêkhateyên herêmê de ye û xurtkirina rola jinan e û teşwîqkirina zarokan li ser wênexêziyê ye.

Pêşangeh wê du rojan li gundê Um El-Xêr dewam bike û tê payîn ku pêşangehên bi vî rengî li hemû bajarokên herêma Serêkaniyê çêbin.

(kc)

ANHA


Mijarên Din