Li Serêkaniyê bîranîna şehîdên Tebax û Îlonê

Malbatên şehîdan ên herêma Serêkaniyê di merasîma bîranîna 74 şehîdên mehên Tebax û Îlonê de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armacên ku şehîdan ji bo wan canê xwe feda kiriye, nû kir.

Bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê, endamên sazî û navendên sivîl û leşkerî bi merasîmekê 74 şehîdên YPJ/YPG`ê, Hêzên Ewlekariya Hundrîn, HPC û Trafîkê yên ji herêma Serêkaniyê, navçeya Zirgan û bajarokê girêdayî wê ku di dem û cihên cuda de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meha Tebax û Îlonê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Li cihê merasîma bîranînê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, ala YPJ/YPG`ê, QSD`ê û ala Meclisa Malbatên Şehîdan hatin daliqandin.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşî navê 74 şehîd ji aliyê endamê Yekitiya Nîviskarên Kurd – Sûriyê Hozan Kerkendî ve hat xwendin. Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Serêkaniyê Şêxa Heme, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê Îmad Meno û endamê PYD`ê Şewket Muslim axivîn.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember mezintirîn rêxistinên terorîst di cîhanê de bi ser ketin, ev hemû jî bi saya zarokên herêmê ku ji bo rizgarkirina herêmê û parastina pêkhate û gelên wê canê xwe feda kirin.

Her wiha hat diyarkirin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya têkoşîna şehîdan bi aramî û ewlehî dijîn û bi saya wan fikr û projeya hevjiyana azad û biratiya gelan di nava hemû pêkhate û gelan de belav bû.

Axaftivanan tekez kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker tu bandorê li wan neke, ji ber hêza wan gelê wan e û hêza ku li hember êrîşên li ser herêmê disekine û dixwazin destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.

Paşê axaftin ji aliyê malbatên şehîdan ve hatin kirin û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna xwestek û armancên wan hate nûkirin.

Merasîma bîranînê bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de bi dawî bû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din