Li Serêkaniyê 8 sivîl di nav de zarok birîndar bûn

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser herêma pîşesazî ya bajarê Serêkaniyê 8 sivîl di nav de zarok birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker sûcên şer di êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku 9`ê Cotemhê destpê kir, didomîne. Dagirker hewl didin şêniyên herêmê qir bikin û li şûna wan kesin din bi cih bikin.

Artêşa Tirk a dagirker topbarana li ser bajarê Serêkaniyê didomîne. Di encama wê de 8 sivîl di nav de zarok, birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirkr duh êrîşî sivîlên ku ji bajarên herêma Cizîrê berê xwe dan Serêkaniyê da ku destekê bidin berxwedaniya gelê wê, kir. Di encmaa wê de zêdeyî 11 sivîlan ji wan du rojnamevan şehîd bû her wiha 74 sivîlên din jî birîndar bûn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din