Li Serêkaniyê 59 leşker û çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin

Hêzên Sûriyeya Demokaratîk (QSD) di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de li eniyên Serêkaniyê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dan. 59 çete û leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin û hejmarek panzer hatin rûxandin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)li eniyên rojava û rojhilatê Serêkaniyê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dan.

Li gorî agahiyên ketine destê me li eniya rojava 30 endamên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kutin, 2 erebeyên doçka li ser hatin teqandin û tankeke hate îmhakirin.

Şervanan li navenda bajêr du çete xwe veşartibûn kuştin.

Li eniya rojava jî di encama şerên giran de 2 panzêr hatin rûxandin, 2 erebeyên doçka li ser hatin şewitandin û 27 çete hatin kuştin.

Şer li herêmê bi hemû dijwariya xwe didome.

ANHA


Mijarên Din