Li Serêkaniyê 2 şervanên QSD’ê yên birîndar şehîd bûn

Li Serêkaniyê ku ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dorpêçkirin, 2 şervanên QSD’ê yên birîndar şehîd bûn. Ji ber dorpêçê li bajar destwerdan nikare li birîndaran bê kirin.

Nûçegihanê ajansa me yê li Serêkaniyê ragihand ku çete nahêlin bijîşk û hewcedariyên tenduristiyê bikevin bajar, li nexweşxaneyê jî derfet gelekî kêm in û ji ber vê yekê xebatkarên tenduristiyê nikarin mudaxeleyên pêwîst li birîndaran bikin.

Ji ber astengiyên li bajar, her dawî 2 şervanên QSD’ê yên birîndar, şehîd bûn.

 


Mijarên Din