Li ser zimanê şahidekî hovîtiya di girtîgehên dagirkeran de

Efrîniyek ku 3 salan di girtîgehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de mabû, zilm û hovîtiya ku li ser girtiyan tê meşandin vedibêje.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de dagir kir, istixbarata dewleta Tirk şêniyê bi navê Z.M ê (35) ê ji Efrînê bi tewana ku di nava  saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitî revand.

Istixbarata Tirkiyê  Z.M dibin şaxê cezayan a bajarê Ezazê yê dagirkirî, piştre wî radestî girtîgeha Ebû Elî Seco (Masera) dikin.

Piştî lêpirsînê, bi awayekî ecêb xwe ji tewanan xilas dike û sewqî dadgehê tê kirin. Dadgehê sê meh cezayê girtinê lê dibire û piştre serbest tê berdan.

AZARA Z.M BI GIRTINÊ RE BI DAWÎ NEBÛ

Z.M, piştî serbestberdanê bi çend mehan carek din ji hêla "Polîsên leşkerî" ve bi rêveberiya çete Ebî Heyder û Ebî Ereb tê girtin. Di nava mehekê wî bi tevahiya rêbazên hovane îşkence dikin. Piştre dişînin girtîgeha şaxê çeteyên polîsa leşkerî ya li bajarê Babê yê dagirkirî. Li wir di dirêjahiya 4 mehan de tê îşkencekirin.

Çeteyan Z.M ji şaxê çeteyên "Polîsên leşkerî" ya Babê, sewqî şaxê polîsên leşkerî ya li bajarê Ezazê  dikin, di wir de gelek mehan dimîne û mîna her car hemû rêbazên îşkenceyê lê tê kirin.

CUREYÊN ÎŞKENCEKIRINÊ

Li gorî Z.M kesên revandin bi xartûmên avê û bilanko têne îşkencekirin. Girtî bê ku lingê wan bigihêje erdê têne daliqandin. Rêbazek îşkenceyê bi navê Şewayê heye. Di vê rêbazê de girtî li navîna odeya îşkenceyê tê daliqandin û agir li bina wî tê vêxistin.

Piştî çend mehan li şaxên çeteyên polîsa leşkerî, Z.M ji girtîgeha Ebû Elî Seco re carek din tê veguhestin.

Z.M dibêje: “Dema çeteyan ez şandim girtîgeha Ebû Elî Seco, min got wê min bikujin. Ji ber ku yê ku dikeve vê girtîgehê, sax dernakeve.”

GIRTÎGEHA EBÛ ELÎ SECO

Z.M hovîtiya ku di girtîgeha Ebû Elî (Masera) de tê meşandin wiha parve dike: "Çeteyan kesên revandî di hucreyên biçûk de digirin. Tenê sibehan çend lip zeytûn û êvarê savar û nanek didin wan. Di girtîgeha Ebû Elî Seco de bi sedan ciwan û jinên Kurd ên ku ji hêla çeteyan ve hatine revandin hene û li dijî wan tevahiya cureyên îşkenceyê tên kirin.”

Piştî 5 mehan çeteyan careke din Z.M radikin girtîgeha Maratê ya nêzî bajarê Efrînê.

LI GIRTÎGEHA EBÛ ELÎ SECO JI MIRINÊ FILITÎ LÊ ASTENDAR BÛ

Z.M vê carê jî ji mirinê difilite, Lê ji ber îşkenceya giran di lingê xwe yê rastê de astengdar dibe.

Ruxmî astendarî û belavbûna nexweşiyan û tunebûna pêdiviyên tenduristiyê Z.M derodara 2 salan û sê mehan di girtîgeha Maratê de dimîne.

LI BERAMBERÎ SERBESTBERDANÊ FIDYE XWESTIN

Piştî ku Z.M li aliyekî 2 hezar dolar û 3 hezar lîreyên Tirkiyê li aliyekî din dide, têgihiştê ku ji bo fîdyayê hatiye girtin ne ku ji ber karê wî di saziyên  Rêveberiya Xweser de ye.

NEÇAR DIKIN KU JI EFRÎNÊ DERKEVE

Z.M piştî ku ji girtîgehê derdikeve, diçe gundê xwe da ku malbata xwe bibîne. Lê çeteyan wî li ser benda kontolê ya li gund radiwestînin û jê dixwazin ku ji Efrînê derkeve yan dê wî bikujin.

Z.M piştrast kir ku serçeteyekî jê re gotiye: “Em şêniyên Efrînê tengav dikin da ku wan bidin koçberkirin. Armanca me ji destpêkê ve wiha ye lê hûn tênegihiştin vê yekê. Em we direvînin û fîdya li we ferz dikin da ku wan bidin koçberkirin.”

Z.M beriya hefteyekê gihaşt kantona Şehbayê lê bîra wî tijî bûyerên ku nayên jibîrkirin.

Z.M di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku mudexele bikin û dewleta Tirk û çeteyên wê muhasebe bikin ji ber ku sûcên şer li dijî mirovahiyê li Efrînê pêk tînin. Her wiha got, divê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derxin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din