Li ser sînorê Xezayê şer, çekdarekî filistînî hate kuştin û 3 leşkerên Israîlê birîndar bûn

Di şerekî li nêzî sînorê rojhilatê bajarê Xaniyûnis başûrê Xezayê, çekdarekî ji tugayên El-Qesam beşê leşkerî ya tevgera Hemas hate kuştin û 3 leşkerên Israîlê birîndar bûn.

Nûçegihanê me li Xezayê ragihand ku çekdarekî filistînî ya Tevgera Hemas, bi rêya têla  di navbera Xeza de derbas bû û gule ber bi leşkerên artêşa Israîlê yên hemberî têlan avêt, di encamê de efserek û 2 leşkerên Israîlê birîndar kirin.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku artêşa Israîlê di cih de bi çekên giran bersiv da cihê ku çekdarê filistînê lê û ew kuşt, her wiha artêşê cihên komên filistîniyan kirin hedefa xwe.

Artêşa Israîlê got birîna efser û herdu leşkeran sivik e û diyar kir ku ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneyê, piştî gihandina hêzên leşkerî li herêmê.

Hêjayî gotinê ye ku şer, piştî çend saetan ji ragihandina artêşa Israîlê amadekariya xwe ji her cure êrîşên ji Xezayê, pêk hat.

(jo)

ANHA

 


Mijarên Din