Li ser sînorê Kobanê: Şênî tekez dikin ku rê nadin dagirkeriyê

Şêniyên kantona Kobanê yên beşdarî çalakiya mertalên zindî ya li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê bûne, tekez dikin ku rê nadin Tirkiyê ku aramî û ewlehiya herêmê têk bibe, wekî ku li Efrînê pêk anî û wiha got "Em ê berxwedana xwe li dijî gefên ku destkeftiyên bi saya şehîdên me hatine bidestxistin, berdewam bikin."

Çalakiyên mertalên zindî yên li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê yê li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê di roja xwe ya 8`an de ne.

Çalakiya mertalên zindî bi beşdariya bi sedan şêniyên ku li dijî gefên Tirkiyê yên hewldana dagirkirina herêmê dikin, dewam dike.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Izet Hemo di çalakiyê de axivî û berxwedana şêniyan a li dijî gefên dewleta Tirk pîroz kir û wiha pê de çû: "Me soz bi xwe daye ku em ê dilsozên şehîdan bin ku canê xwe di oxira hevjiyana azad dane."

Izet Hemo di dawiya axaftina xwe tekez kir ku serkeftina li dijî gefên Tirkiyê û hewldana dagirkirina herêmê, bi saya israr û vîna gelan tê bidestxistin.

Şêniyê bi navê Ehmed Ehmed ku ew jî yek ji beşdarên çalakiyê ye û li Kobanê bi navê Ehmed Pîrê tê naskirin, axivî û anî ziman:"Tu kes nikare me ji xaka me derxe û em ê rê nedin dagirkeriya Tirk ku derbasî herêmên me bibe, wekî ku li Efrînê pêk anî."

Ehmed di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku dewleta Tirk hewldana derxistina tevliheviyê di navbera gelên li herêmê de dike.

Di milekî din de endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)Ehmed Xoca bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî kir ku sînorekî ji gefên Tirkiyê û hewldana dagirkirina herêmê re deynin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din