Li ser sînorê Girê Spî tevgera leşkerî ya Tirkiyê zêde bûye

Di rojên dawîn de li ser sînorê bajarê Girê Spî tevgera leşkerî ya Tirkiyê zêde bûye. Her wiha hêzên leşkerî li ser sînor têne bicihkirin û xendekan dikolin.

Dewleta Tirk di rojên dawîn de hêzên xwe li ser sînorê bajarê Girê Spî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike.

Herî dawî hejmara hêz û çekan li ser sînor zêde kir, her wiha xendek li ser xeta sînor têne kolandin.

Nûçegihanê me xurtkirina hêzên leşkerî yên Tirkiyê li ser sînorê Girê Spî 10`ê Tîrmehê saet di 23:00`an de kişand.

Tirkiyê gelek tank li ser sînor bi cih kirin. Çavkaniyan got 13 tank hatine bicihkirin. Ew tank li taxên ku gel tê de dijîn ên navçeya Akçakale ya Rihayê ya li beramberî Girê Sînor di 14`ê Tîrmehê de saet di 03:00`an de hatin bicihkirin.

Nûçegihanê me desntîşan kir ku rojen her êvarê tevgera alavên leşkerî li ser sînor heye û xendek têne kolandin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din