Li ser sînorê Girê Spî tevgera artêşa Tirk zêde dibe

Liv û tevgera artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê bajarê Girê Spî berdewam dike.

Artêşa Tirk a dagirker di rojên dawîn de liv û tevgera leşkerî li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê û bi taybet li herêma li beramberî bajarê Girê Spî zêde kir. Gelek çek û alavên leşkerî li ser sînor bi cih kirin, her wiha xendekan jî li ser sînor dikole.

Nûçegihanê ANHA`yê yê herêmê ragihand ku li herêmê kolandina xendekan didome. Îro jî tevgera alavên kolandinê li beramberî bajarê Girê Spî zêde bû.

Çavkaniyên ji navçeya Akçakale ya Rihayê ji ajansa me re diyar kir ku dewleta Tirk hinek alavên leşkerî ku beriya niha biribûn bajêr, li ser sînorê li beramberî navçeya Silûk û bi taybet li gundê Ebû Zile yê Tirkiyê ku li beramberî wê gundê Bîr Mûalice yê bakurê navçeya Silûk heye, bi cih kirin.

Li gorî çavkaniyan, hinek alavên leşkerî ber bi herêmên sînor ên li beramberî bajarê Serêkaniyê yê kantona Hesekê ve hatin birin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din