Li ser sînorê Ermenîstan-Ezerbîcanê dîsa şer rû da

Li gorî Sekretera Çapemeniyê ya Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê Shusha Stepanian û Wezareta Parastinê ya Ezerbîcanê, şerê li ser sînorê  di navbera Ermenîstan û Ezerbîcanê de,  careke din destpê kir.

Sekretera Ermen Shusha Stepanian li ser malpera xwe ya Fecebookê wiha nivîsî: " Hêzên artêşa Ermenîstanê saet di 3:40’yan de piştî nîvê şev, li ser eniya tevgerên hêzên dijmin ferq kirin. Li ser wê bi lez hêzên me ketin tevgera xweparastinê û karîn hewldana dijmin piştî şerekî dijwar bişikînin, derbeyek mezin lê da û dijmin neçar kir ku paş de vekişe.”

Shusha Stepanian bal kişand ser ku şer heta niha di navbera her du aliyan de berdewam e û artêşa Armenistanê hewldanên Azerbîcanê têk birin.


Mijarên Din