Li ser rêya Til Temir qezaya trafîkê: 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Duh li ser rêya navçeya Til Temir a kantona Hesekê qezayeke trafîkê çêbû û di encama wê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku erebeyeke ji cureya Van û erebeyeke enter a mezin li ser rêya navçeya Til Temir a kantona Hesekê li nêzî gundê Aliya li hev ketin. Di encama wê de 5 kesan, ji wan 3 kes ji malbateke ji Efrînê û 2 welatiyên ji kantona Kobanê, jiyana xwe ji dest da.

Navên kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest daye û ji bajarê Efrînê ne ev in: Seydo Ehmed Elî (28) ji navçeya Raco ye, hevjîna wî Mecîda Ebdo (20) ji navçeya Şiyê ye û keça wan Eyan Ehmed Elî.

Cenaze rakirin Nexweşxaneya Roj a navçeya Serêkaniyê.

(bx)

ANHA

 

 


Mijarên Din