Li ser garantoriya şêxên eşîran 39 kes li Hesekê hatin berdan

Li ser garantoriya şêx û rûspiyên êşîrên, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), 39 kesên ku destên wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune bûn, serbest berdan.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro hejmerek ji girtiyên ku destên wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune bû, serbest berdan.

Merasîma serbestberdanê di avahiya Meclîsa Rûspiyên bajarê Hesekê de hate lidarxistin. Di merasîmê de hijmarek şêx û rûsipiyên êlên Ereb ên ji bo van girtiyan bûne gerantor, amadebûn.

Ji wan girtiyên hatine serbestberdan, 23`ê ji Dêrazorê bûn û 16 jî ji bajarê Hesekê bûn.

Hevserokê Meclîsa Leşkerî ya bajarê Hesekê Husên Selmo, axivî û wiha got: “Dewleta Tirk êrîşa xwe li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkanî, ji ber vê yekê jî şênî rastî topên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê tên.”

Selmo, her wiha da xuyakirin ku ew kesên li ser gerentora rûspiyên êlên eşîretan hatine berdan, destên wan di rijandina  xwîna gelê Sûriyê de tune bûn.

Di dawiyê de jî, emanetên girtiyan hatin radestkirin û soz dan ku tevlî tu kom gelê Bakurê Sûriyê û ewlehî û aramiya wê armanc dike, nebin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din