Li Şengalê şehîdên fermanê hatin bibîranîn

MeclIsa Karên Êzidiyan ku wekî saziyek serbixwe tê zanîn, qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû pêkanîn, bibîr anîn û xwest ku mafên Êzidiyan werin dayîn.

Bernameya bîranînê li Taxa Qedsiye ya Şengalê li avahiya Meclîsa Karên Êzidiyan a Şengalê hat lidaxistin.

Merasîma ku gelek ruspî, muxtarên taxan û welatî tevlî bûn, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di merasîmê de li ser navê meclIsê Hadî Ilyas axaftinek kir û ferman bi tundî şermezar kir. Ilyas bibîr xist ku di fermanê de bi hezaran kes ji civaka Êzidî hatine qetilkirin û revandin, lê  cîhan li hemberî vê hovîtiyê bêdeng ma ye.

Ilyas bêdengiya dewleta Iraqê û tevahiya cîhanê şermezar kir û xwest ku mafên Êzidiyan bi dirustî werin dayîn.


Mijarên Din