Li Şehbayê xebatên werzîşê

Yekitiya Werzîşê ya herêma Efrînê bi derfetên kêm xwe bi rêxistin dike, stadan sererast dike, her wiha tîmên werzîşê yên jin û zilam ava dike û lîstikvanan perwerde dike.

ŞEHBA

Yekitiya Demokratîk a Werzîşê ya Efrînê mîna saziyên din piştî derketina ji Efrînê ber bi Şehbayê ve, xwe ji nû ve bi rêxistin kir û xebatên xwe didomîne.

Çend roj piştî derketina ji Efrînê ber bi Şehbayê ve, Yekitiya Demokratîk a Werzîşê li tevahî gund û navçeyên Şehbayê û navçeya Şerawa ya kantona Efrînê rêzecivîn ji endamên yekitiyê û kesên werzîşvan re li dar xistin. Civîn bi armanca ji nû ve xwebirêxistinkirin û danîna plansaziya demên pêş hatin lidarxistin.

Stad hatin sererastkirin

Wek gava yekemîn, Yekitiya Demokratîk a Werzîşê li rojavayê Kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê ya Şehbayê stadeke (yarîgeh) futbolê ava kir. Her wiha stada futbolê ya li gundê Babnisê ji nû ve sererast kir.

Yekitiyê, stadeke biçûk li hola werzîşê ya navçeya Til Rifatê ava kir. Ev stad bi dirêjahiya 10 metre û firehiya 6 metreyan taybet ji bo perwerdekirina lîstikvanan hate avakirin.

Her wiha, Yekitiya Demokratîk a Werzîşê bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger stadeke mezin a futbolê li gundê Xirnata yê navçeya Fafînê vedike.

Xebatên yekitiyê di çarçoveya werzîşa futbolê de sînordar nemane, lê belê girîngiyê dide voleybolê jî. Li ser vê yekê 4 stadên mezin li gundê Xernata, Kampa Serdem, navçeyên Til Rifet û Fafînê vekirin.

Tîmên werzîşê ji her du zayendan ava kirin

Yekitiyê tîmên werzîşê ji hemû temenan û her du zayendan ji nû ve ava kirin. Yekitiya Demokratîk a Werzîşê ji bo ku tîmên werzîşê ji nû ve ava bike, civîn li tevahî kantona Şehba û navçeya Şêrawayê li dar xistin. Di civînan de tîmên futbol, voleybol û lîstokên ferdî hatin avakirin.

Di vê çarçoveyê de 12 tîmên futbolê yên zilam û ciwanan û 8 tîmên zarokan hatin avakirin. Her wiha 8 tîmên futbolê yên jinan ji temenê 14-20 hatin avakirin, 2 tîm li gundê Xerbekê û Ziyara û tîmek li taxa Şêxmeqsûd a Helebê vekir.

Di heman demê de 6 tîmên voleybolê yên zilmanan û tîmeke jinan ava kirin. Li aliyekî din xebat tê kirin ku tîmên nû bêne avakirin.

Turnûva

Yekitiya Demokatîk a Werzîşê ya Efrînê piştî ku bi derfetên kêm stad ava kirin û tîm bi rêxistin kirin bi beşdarbûna 12 tîmên futolê turnûvaya bi navê "Berxwedana Serdemê" dest pê kir û bi beşdarbûna 10 tîmên kantona Şehba û Şêrawayê turnûvaya kûpaya kantonê bi navê "Berxwedana Serdemê" dest pê kir.

Yekitiyê di çarçoveya pêngava "Ji jiyanê re erê û ji madeyên hişbiriyê re na" de ku mehekê dewam kir, bi beşdarbûna 12 tîmên zilaman turnûvayek li Stada Babnisê da destpêkirin. Her wiha turnûva ji bo ciwan û zarokan jî organîze kir, lîstokên ferdî ji hemû temenan û her du zayendan li dar xistin.

Yekitiya Demokratîk a Werzîşê bi rasthatina 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re amadekariyên turnûvayeke futbolê ya jinan bi beşdarbûna 8 tîmana li stada gundê Babnisê dike. Pişte jî turnûvayeke ji deste û saziyên kantona Şehba û navçeya Şêrawayê dê dest pê bike.

Hevseroka Yekitiya Werzîşê Evîn Bîlan anî ziman ku wan bi avakirina 8 tîmên jinan di yekitiyê de dê 8‘ê Adarê lîstik li stada gundê Babnisê dest pê bike.

Yek ji lîstikvanên Tîma Berxwedan Mihemed Hac Reşîd anî ziman ku Yekitiya Werzîşê ji bo vejandina werzîşê xebateke mezin da meşanandin.

Lîstikvana bi navê Sîvan Mihemed a ji tîma Til Rifet a Jinan jî destnîşan kir wan 4 mehan perwerde dît û ji bo turnûvaya jinan amade ne.

ANHA


Mijarên Din