Li Şehbayê xebatên Heyva Sor a Kurd

Navenda Heyva Sor a Kurd rojane derdora 120 nexweşan di Kampa Serdemê de derman dike. Ji ber bilindbûna pileya germahiyê, gelek nexweşiyên mîna ta, kulbûna zik û lêxistina rokê di nava şêniyan de belav bûne. Ji ber paşguhkirina rêxistinên tenduristiyê, kêmasî di derman û pêdiviyên tenduristiyê de derdikevin.

Li kantona Şehbayê germahî digihêje 45 pileyan. Ev jî dibe sedema ku gelek nexweşiyên kulbûna mîde, lêxistina rokê, ta, zikçûn û verişîn belav bûye. Tevî wê jî pêvedana mar û dûpişkan ên ku dermankirina bi lez û eledariyek mezin dixwazin.

Navenda Heyva Sor a Kurd a Kampa Serdemê bi derfetên xwe yên kêm nexweşan derman dike. Haletên xeter mîna pêvedana dûpişk, maran û nexweşiya wêranê vedughêze nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê.

Bi hatina havînê re haletên nexweşiyan di nav şêniyên Kampa Serdemê de belav bûn û gihaştin 3 hezar haletan. Ev tişt ji ber ku ti rêxistinek derman û pêdiviyên tenduristiyê yên pêwîst pêşkêş nake rû didin. Ji aliyekî din ve rejîma Sûriyê dorpêçek li herêmê ferz kiriye û bacên biha li ser derbasbûna derman û alîkariyan ji kantonê re ferz dike.

Heyva Sor a Kurd dewreyên girêdayî xweparastina ji nexweşiyan re heftê sê rojan ji şêniyên Kampa Serdemê re organîze dike.

Di vî warî de endama Heyva Sor a Kurd Sekîna Erebo got: “Navend rojane derdora 120 nexweşan pêşwazî dike. Piraniya nexweşiyên di nav şêniyan de belav bûne pêvedana dûpişk, lêxistina rokê û mîdeyê ye. Haletên xeter mîna pêvedana dûpişk, maran û nexweşiyên din ên mîna wêran, em wan yekser vediguhêzin nexweşxaneya Avrîn. Em bang li rêxistinên navdewletî dikin ku dermanên pêwîst bi taybet dermanên li dijî pêvedana dûpişkan pêşkêş bikin.”

Di kantona Şehbayê de 6 nuqteyên Heyva Sor a Kurd hene; Kampa Serdemê, Kampa Veger, navçeya Til Rifatê, Kampa Berxwedan a navçeya Ehrezê û navçeya Fafînê. Ev navend rojane xebatên tenduristiyê ji şêniyan re pêşkêş dikin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din