Li Şehbayê werşeya dirûtina maskan

Li kantona Şehbayê, bi çavdêriya Heyva Sor a Kurd werşeyek ji bo parastina ji Koronavîrusê maskan didirû. Dê mask li şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê bên belavkirin.

Koronavîrus li gelek welatan bi lez belav bû. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrusê rêzetedbîrên xweparastinê girtin.

Li rex wê jî Heyva Sor a Kurd a kantona Efrînê çavdêriya werşeyek dirûtinê li gundê Babinisê yê girêdayî kantona Şehbayê dike. Werşe maskan didirû.

Di werşeyê de 40 karker dixebitin. Bi zêdebûna daxwaza maskan, werşeyên saetên xebata xwe kir 13 saet. Di dirêjahiya saetên kar de, karker rojê derdora 5 hezar heya 6 hezar maskan didirûn. Ev du roj e mask tên çêkirin.

Tîmên Heyva Sor a Kurd piştî pakkirina maskan, rojane maskan li tevahiya şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê belav dike.

Girêdayî mijarê endamê Heyva Sor a Kurd a kantona Efrînê Musa Mihemed got: “Rêxistinên cîhanî rewşa herêmê paşguh dikin. Ji ber wê û ji ber belavbûna vîrusa Korona li gelek welatan, em neçar man maskan bi xwe çêkin.”

Têkildarî çawaniya kar Musa got: "Kar her roj berdewam e. Rojê bi hezaran mask têne çêkirin. Derdora 40 karker di werşeyê de kar dikin."

Destpêkê wê 50 hezar mask bêne çêkirin û dê li şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê werin belavkirin.

Li gel belavbûna vîrûsê li gelek welatan, peydakirina maskan bûye pirsgirêk. Li Çînê jêdera vîrusê şîrketên çêkirina erebeyan veguherîn kargehên dirûtina maskan piştî ku nema têne peydakirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din