Li Şehbayê turunveya futbolê

Yekitiya Demokratîk a Werzîşê ya Herêma Efrînê bi beşdarbûna 8 tîman, turnuveya asta yekemîn a futbolê ya zilaman dest pê kir.

Tîmên beşdarî turnuveyê bûne ev in; "Raî Salihiya, Ehel Şehba, Ixiwa, Avesta, Kefernaya, Şebab, Efrîn, Bilbilê". Maç dê 2 mehan li kantona Şehbayê dewam bike, hefteyê rojekê were lîstin.

Maça yekemîn, di navbera tîma Raî Salihiya û Ehel Şehba hate lîstin û bi serkeftina Tîma Raî 2-1 bi dawî bû.

ANHA

 


Mijarên Din