Komxebat li hola Çand û Hunerê ya Axîn Welat a navçeya Fafîn a Şehbayê bi beşdarbûna 150 endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê û Helebê hate lidarxistin.
Hola komxebatê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan, alên Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên "Jin jiyan azadî", "Serhildana jinên ciwan tolhildan e" û "Berxwedana Rojava berxwedana mirovahiyê ye.. biparêze" hatibû xemilandin
Komxebat bi du beşan hate bi rêve birin. Mijara yekem tundiya li ser jinê û ya duyem jî zewacandina bi temen biçûk e.
Beşa yekem a komxebatê ya derbarê tundiya li ser jinan de, ji aliyê Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Azad a Şehbayê Rîhab Cebo ve hate bi rêve birin. Rihab behsa dîroka tundiya li ser jinan kir û wiha got: "Jin dayika xwedawend bû, civak, jiyan û mirovahî bi rêve dibirin û bi saya wê civak bi ewle, azad û rêxistinkirî bû û dûrî tundiyê bû. Lê bi dîrokê re jin rastî gelek şikestinan û şer di navbera herdu zayendan de hat. Şikenandina yekem bû sedema şikestina civakê, herî zêde jin para xwe ji nakokiyên mirovahiyê girtin û li ser wê her cure tundî hate meşandin û ji maf û nasnameya xwe bê par hatin hiştin."
Rîhab Cebo diyar kir ku gelek cûreyên tundiyê hene û wiha rêz kir" Malbatî, axaftin, cinsî, aborî û siyasî û hwd.."
Her wiha bal kişand ser rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha domand: "Şoreşa Rojava bi şoreşa jin tê nasîn. Bi şoreşê re jinên Sûriyê dikarîn xwe bi rêxistin bikin û di her qadan de rola xwe bi cih bînin."
Piştre sînevîzyonek li ser zewicandina di temenê biçûk de hate pêşandan.
Beşa duyeîn a derbarê zewicandina di temenê biçûk de ji aliyê Endama Komîteya Jineolojî ya Efrînê Zehrîban Hisên ve hate şîrovekirin.
Di dawiyê de pêşniyar hatin girtin, ji wan:
- Ji bo ku jinên ciwan bi zanebibin, dê girîngiyê bidin xwendinê.
- Ji bo wekheviya di navbera her du zayendan de dê têbikoşin.
-Divê elaqeyeke mezin bi mafên jinên ciwan bê kirin û werin parastin.
-Jinên ciwan di beşa siyasî, civakî û jiyanî de rolê sereke bigirin.
-Ji bo bidawîkirina deyardeya zewicandina di temenê biçûk de divê qanûn werin dayîn.
-Hişyarkirina bi xeteriya zewicandina di temenê biçûk de.
-Ji bo pêşxistina behreyên zarokan û jinên ciwan divê plan werin dayîn.